Bangewazî: 18’ê Adarê 2015: Çalakiya transnetewî li beramberî vekirina EZB – Let’s Take Over The Party!

B3DMwo2IUAAc6nu

Dieser Post ist auch verfügbar auf: English, German, Danish, Dutch, French, Italian, Russian, Spanish, Azerbaijani, Czech, Greek, Polish, Portuguese, Brazil, Slovenian, Swedish, Turkish

Di 18’ê adarê 2015’an de Banka navendî ya Ewrûpa (EZB) dixwaze li Frankfurt am Mainê navenda xwe ya nû veke. Ji bo ev birca cêwî ya bi dirêjahiya xwe ya 185 metre ku bi çapeya ewlê û xendeqa xwe mîna asêgehekê ye, tibaba 1.3 mîlyar Euro hate herçkirin. Ev avasazî ku tirs ava dike û desthilatdarî nîşan dide, şanedanêya berbicav a gavina di navbera civak û elîtên siyasî û aborî de ye.

Xebat û beşan hê bi derbasbûyîna avahiya nû destpê kirin. Lê belê merasîma mezin ji bo vekirina vê avahiyê – bi amadebûyina gelekî serokên dewletê yên Ewrûpa û olîgarşên fînans – ji bo 18’ê adarê bi awayekî fermî hate diyarkirin.

Ji bo pîrozkirin ji xeynî polîtîka berhevxistî û hejarbûyîn tu tiştê nîne! Ji ber vê yekê bi hezaran mirov û aktîvîstên bibiryar ji giştî Ewrûpa ve dê kolanên li dewrûbera birca Euro (Eurotower) dorpêç bikin, ji bo ku ev merasîma desthilatdarî û ya kapîtal bê rawestandin. Ew roj dibe salvegera 144’mîn a komûna Parîsê. Em ê dest biavêjin li ser şahiya wan û jê veguherînin vegotina berxwedana transnetewî li beramberî polîtîkaya krîz a ewrûpayî û li hemberî encamên wê yên erjeng. Bi taybetî ji bo civak û mirovên li başûra Ewrûpayê.

EZB di Troika ya bi navûdeng de rolekî girîng dilîze. Ji bo kinkirinên xedar, zêdebûyina bêkarî û ji bo hilweşîna pergala tenduristî wekî li Yewnanistanê û dewletên din ên YE, ew berpirsiyar e. Bi Komîsyona YE û Konseya YE’ê re EZB polîtîkaya berhevxistî, taybetkirin û prekarîsasyon zêde kir. Wê danexwar ku hukûmetên ku hatin hilbijartin arîşetî bike, ji bo ku bikaribe êrîşên xwe li ser mafên sosyal ên civakî pêk bîne.

Dema ev krîz berdewam kir, derket holê ku YE her ku diçe dibe rejîma otorîter. Kêmahiya beşdarbûna demokratîk berçav e. Beşên din ên vê pêvajoyê rejîma sînor a kûjer a Ewrûpayî û mîlîtarîsayon ku her ku diçe zêde dibe ne.

Ew me temsîl nake. Belê êdî ew naxwazin me temsîl bikin! Tiştekî ku êlîtên serdest dikarin bidin me jî nema. Lê belê ji çavkaniyên cihêreng ve hêzên nû çêdibin. Û ew erka me ya hevbeş e ku em piştgirtî û demokrasî ji binî ve ava bikin. Ew kapîtalîzm bêyî demokrasî dixwazin, em jî demokrasî bêyî kapîtalîzm dixwazin!

Di heman demê de divê em ji ber xeterên nîjadperestî ku zêde dibin û destkeftiyên rastgirên radîkal hişyar bin. Ew dibin encamên din ên kirêt ên krîza kapîtalîzm. Gava ku mebesta nijadperestan ew e ku hem sînorên derve bihêz bikin û hem jî sînorên nû di nava Ewrûpa de ava bikin, em berevajî wî dixwazin. Em dixwazin dîwarên asêgeha Ewrûpa hilweşînin.

Belkî rast e ku di rewşa niha de timûtim kombûyinên awarte bi mêjûyên dawî ji bo xelazkirina Euro yan jî qebiliyeta ji bo kredî ya hinek dewletên endam nînin. Lê belê ew nayê maneyê ku krîz derbas bû. Di hinek welatan de dema stratejiya şok hê derbas nebû û bernameyên berhevxistî û kêmkirin dê pêk bînin. Li welatên din nearamîtî û hejarî bûn normal. Di her warê de bû zelal ku bergiriyên polîtîkaya krîz ti caran weke demkî nehatine fikirîn. Di sazî û dewletên YE’yê de bikok bûn. Wê rê ji bo pêvajoyeke nû vekir, ya modela civakî ya nû ya prekaritet û mafên sosyal ku hatine bisînorkirin. Ti caran em dê ferî jê nebin!

Li pişt van polîtîkayên berhevxistî û osterîtet yek ji hêzên pêşeng Almanya ye. Di heman demê de hem dilê cinavir hem jî çavê bahozê ye. Lê belê li Almanyayê jî êrîşên li ser mafên civakî hene. Prekarîtet û hejarî her ku diçe zêde dibin. Ji ber vê yekê gelekî sedemên baş hene ji bo civak û mirovên li Almanyayê radibin û xwe diparêzin. Ji bo jiyaneke bi rûmet, mafên wekhev û demokrasiya reel ji bo herkesê, bêyî ku li zayend, jêderk an jî netewe tê meyzandin. Çalakiyên li hemberî merasîma vekirina EZB’ê derfeta herî baş didin ji bo ku mirov li gel gelekî çalakvanên din ji welatên din ve şanedana piştgirî nîşan bide.

Ji ber van sedeman em banga ji bo beşdarbûyina xurt a navnetewî li van çalakiyan di 18’ê adarê 2015’an de li Frankfurtê dikin. Ne ku bi tenê di roja vekirina EZB’ê de çalakiyeke mezin a navendî dê pêk bê. Di heman wextê de demonstrasyon, çalakiyên blokê û çakakiyên din li gel wê jî dê hebin. Çalakiyên mezîn ên Blockupy ên sala 2012 û sala 2013 bi tenê destpêk teşkîl dikin. Protesto û berxwedan vedigerînin Frankfurtê – li gorî berî li aliyê çendinî zêdetir û li aliyê îradeyê xurttir!

Em kî ne?

Em çalakvanên cihêreng ji tevgerên civakî, rexnevanên kadîbûn, koçber, bêkar, karkerên pîşêsazî, endamên partî û sendîkan ne ku ji gelekî welatên ewrûpî tên. Em dixwazin têkoşînên xwe û hêzên xwe bêyî esasgirtina sînorên dewletê bidin meşandin û girê bidin. Bi hev re em dixwazin tevgereke yekgirtî ya ewrûpî ava bikin ku bi pirrrengiya xwe di nava yekpare de ye û dikare siyaseta osterîtet derbas bike û bi avakirina demokrasî û piştgirtî ji binî ve destpê bike. Blockupy û çalakiyên li Frankfurtê tenê gavekê di vê rêyê de teşkîl dikin…